Rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê di raporeke xwe de ragihand ku Mucteba Xamineyî “birîndar bûye.”
Yûsif Pizişkiyan kurê Serokkomarê Îranê jî ragihand ku Rêberê nû bi silamet e.”
Li gorî rojnameyê, Xamineyî “ji lingê xwe birîndar e” lê hişê wî li serê wî ye.
Rojnameyê her wiha da zanîn ku ew li cihekî “bi temamî parastî” ye û pêwendiyên wî jî hatine sînordarkirin.
Yûsif Pizişkiyan: Serokkomarê Îranê yê nû Mucteba Xamineyî bi silamet e
Yûsif Pizişkiyanê ku di heman demê de şêwirmendê hikûmetê ye, daxuyaniyek belav kir û got:
“Min nûçeyên birîndarbûna Mucteba Xamineyî bihîstin.
Min ji çend hevalên xwe yên ku pêwendiya wan pê re heye pirsî û wan ji min re got:
‘Spas ji bo Xwedê, ew bi silamet e.'”
Mucteba Xamineyî bû rêberê nû
Mucteba Xamineyî piştî ku bavê wî Elî Xamineyî hat kuştin, bû Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê.
Ji roja yekşemê ve wekî Rêberê Bilind hatiye destnîşankirin.
Heta niha ti axaftin pêşkêş nekiriye û ti daxuyaniya nivîskî belav nekiriye.



