Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Salih Muslim de got şehîd Salih Muslim jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurdî û parastina nirxên jiyana hevbeş û diyaloga di navbera pêkhateyan de veqetandibû û hevrêyên wî dê têkoşîna wî bidomînin.
Cenazeyê şehîd Salih Muslim vê sibehê bi merasîmekê ji Hewlêrê ber bi deriyê Sêmalkayê ve hatibû oxirkirin û saet derdora 11.00’an gihaşt Sêmalkayê. Cenazeyê şehîd Salih Muslim li Sêmalkayê bi girseyeke mezin a şêniyan, hevserok û endamên PYD’ê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso axivî.
Xerîb Hiso diyar kir ku têkoşîna şehîd Salih Muslim dê di wijdanê hevrêyên wî û gelê Kurd de zindî bimîne. Her wiha destnîşan kir ku Salih Muslim kedeke mezin di xizmeta doza Kurd de da û ji bo bidestxistin û parastina mafên gelê Kurd tê koşiya. Hiso di dewama axaftina xwe de anî ziman ku şehîd Salih Muslim bi helwesta xwe ya welaprêzî û hewldanên xwe yên daîmî yên pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û diyaloga di navbera pêkhateyên herêmê de lîst.
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso anî ziman ku dê hevrêyên şehîd Salih Muslim têkoşîna wî ya parastina doza edalet û xizmetkirina civakê bidomînin.
Karwanê cenaze ji Sêmalkayê ber bi bajarê Girkê Legê ve bi rê ket. Girse ji bo pêşwazîkirina cenaze li têketina bajar kom bûye.



