Thursday 2026/07/09
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim 

March 12, 2026
in KURDISTAN
A A
KCK: Weke Tevgera Azadî heta dawî em ê li gel civaka Êzdî bin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim 
KCK’ê got, “Ebû Welat ku bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak pêk anî, xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas. “

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Demokratê şoreşger ê hêja Salih Muslim ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wî pêk bînin. ”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Piştî ku PKK nas kir, 40 salan di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de cih girt. Bi naskirina Rêber Apo re bi rengekî çalak beşdarî têkoşînê bû û di pêşvebirina vê têkoşînê de kedeke mezin da. Bêguman têkoşîna xwe bi giranî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê meşand. Lê belê her tim bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya li 4 parçeyên Kurdistanê bû; bi her awayî xizmetên girîng kir. Hevrêyê me Ebû Welat ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Li Erebistana Siûdî kar kir. Dema ku li Erebistana Siûdî dixebitî di heman demê de beşdarî karên Tevgera Azadiyê ya li nava Kurdên li wê derê bû. Piştî ku Tevgera Azadiyê nas kir, temenê xwe hemû da têkoşîna azadiyê. Ne tenê ew, tevahiya malbata wî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi vê sekn û vî karê xwe bû mînak ji hemû welatparêzan re. Hevjîn û zarokên wî jî bûn xebatkar û milîtanên çalak ên vê têkoşînê. Kurê wî Şervan li Girê Spî di sala 2013’an de şehîd bû. Li gel têkoşîna siyasî li qada çapemenî-weşanê ya Tevgera Azadiyê jî xizmet kir. Ebû Welat ku ji bilî Kurdî herî kêm bi 3 zimanan zanî bû, parêzname û analîzên Rêber Apo bi Erebî wergerand û bi rol rabû ku fikrên Tevgera Azadiyê li nava gelên Ereb belav bibe.

Ebû Welat bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak kir û di têkoşîna xwe de xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas. Ji ber ku xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo hîn bû û di vê mijarê de timî xwe bi pêş ve dibir, di hewldanên xwe yên rêxistinî û têkoşîna siyasî de bi bandor bû. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji nêz ve şopand û di vê çarçoveyê de meşiya.

Salih Muslim kedeke mezin da Şoreşa Rojava. Yek ji nirxên moralê yên berxwedana Kobanê Salih Muslim bû. Dema ku qala Şoreşa Rojava bê kirin, hevrêyê me Salih Muslim wê her tim bê bîranîn. Salih Muslim ku di salên 1990’î de li êşkenceya rejîma Baas rast hat, armanceke xwe jî demokratîkbûna Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava û demokratîkbûna Sûriyeyê her tim bi hev re didît û dinirxand. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li ser xeta neteweya demokratîk gelekî hewl da. Di vê mijarê de ji bo pratîkkirina xeta Rêber Apo gelekî xebitî.

Ebû Welat ti carî nexweşiya xwe neda pêşiya kar. Ji bo wî ya girîng pêşveçûna têkoşînê û serketina armancan bû. Ji ber ku baweriya xwe pê hebû ku têkoşîn wê li ser xeta Rêber Apo tekez bi ser bikeve, heta nefesa xwe ya dawî li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re moralê xwe timî bilind kir. Zanîbû ku ev serketin wê di heman demê de serketina keda wî be, lewma her roja xwe bi coşa şoreşgerî derbas kir. Ev yek sekna fêhmkirina felsefeya têkoşînê û jiyana Rêber Apo ye.

Ebû Welat wê her tim weke demokratekî şoreşger ê gelparêz û dilnizm ê dilsozê Rêber Apo bê bîranîn. Hem li nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê hem jî li nava têkoşîna li 4 parçeyên Kurdistanê wê bê bîranîn û di bilindkirina pîvana welatparêziyê de rola wî, wê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Bila rehm li Salih Muslim be û bang li gelê xwe dikin ku di asteke bilind de beşdarî merasîma cenaze bibe. “

Previous Post

Eyşe Efendî soza şopandina rêya şehîd Salih Muslim da

Next Post

Xerîb Hiso: Salih Muslim jiyana xwe ji bo xizmeta doza Kurd veqetandibû

Weşana girêdayî

Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê
KURDISTAN

Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

Eren Keskîn: Hêzên li pişt kuştinên kiryarên nediyar dewlet e
JIN

Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand
KURDISTAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye