Rojhilatê Kurdistanê jî dibe armanca êrişên dijwar.
Hat ragihandin ku di nava 24 saetan de, 27 cih li Sineyê bûne armanca êrişan û 183 kes birîndar bûn.
Alîkarê Parêzgarê Sineyê yê Karên Siyasî, Ewlehî û Civakî Elî Ekber Wermeqanî ragihand ku di pêla dawî ya êrişên Amerîka û Îsraîlê de bajarên Seqiz, Bane, Dîwandere, Qurwe, Merîwan û Sewlawayê bi dijwarî hatine bombebarankirin.
Li gor wî, li wan bajaran 27 cih hatine armanckirin û ji ber vê yekê 183 kes birîndar bûne.
Qaymeqamê Sineyê Xerîb Secadî jî doh ragihandibû ku heta niha li nav bajarê Sineyê 17 cih hatine bombebarankirin.
Li gorî gotina qaymeqam, ji bilî saziyên ewlehî û leşkerî, zerer gihîştiye 2 hezar avahiyên niştecihbûnê jî.



