Artêşa Îsraîlê bi hêzên esmanî gelek baregeha û xalên leşkerî li Tehranê bombebaran kir.
Li aliyekî din jî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef xwar.
Got armanca wan di şer de hilweşandina rejîma Îranê ye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên esmanî baregeha Besîc ya li Tehranê bombebaran kiriye.
Ev jî piştî diyarkirina çend navendên Besîcê ya li Tehranê bû.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farisî ya Îranê ,hinek hêzên ewlehî û Besîc li herêmê bi cih bûbûn hatine kuştin.
Şeva pêncşemê jî bi rêya dronan gelek armanc li nava bajarê Tehranê de hatin bombebarankirin.
Balafirên şer di nava rojekê de li zêdeyî 200 hedefan xistine
Netanyahu: Armanca şerê li dijî Îranê hilweşandina rejîmê ye
Li aliyekî din jî serokwezîrê Îsraîlê jî diyar kir ku armanca wan di şer de hilweşandina rejîma Îranê ye.
Netanyahu di daxuyaniyên de got, rêberê Bilind ê Îranê yê nû “nikare li ber çavan xuya bibe.
Armanca şerê li dijî Îranê “ew e ku gelê Îranê bikaribe rejîmê hilweşîne.
Trump ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re dem da Îsraîlê
Rojnameyeke Îsraîlê diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze şerê bi Îranê re bi dawî bike.
Rojnameya Israel Hayom got , Washington hewl dide operasyona xwe ya leşkerî bi dawî bike.
Her wiha dema da Îsraîlê ku heta hefteyekê hedefên xwe pêk bîne.
HRANA: Di nava 24 saetên dawî de 312 caran êriş hate kirin
Bîlançoya êrişên ku 28’ê Sibatê destpê kirin, her roj giran dibe. Windahiya herî giran a mirovan li Îranê rû dide.



