KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Endama Meclîsa Federal a Almanyayê Cansû Ozdemîr re şand.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê got, Zeyneb Celaliyan kesek wêrek e û serî natewîne
Ew yekem girtiya jin e ku cezayê hepsa heta hetayê lê hatiye birîn .
KJAR: Zeyneb ji darvekirinê netirsiya
Ne tenê ji mafên mirovan ên herî bingehîn bêpar e, bi salan rastî êşkenceyên cûr be cûr jî hatiye.
Lê pirs ev e, tevî van hemû zext, bû sedem ku Zeyneb ji bo jinên tekoşer bibe mînakek mezin?
Bê guman, têkoşîna wê bênavber e ! Zeyneb ji darvekirin û mîleyên zindanê netirsiya.
berovajî ew tirs xist dilê Komara Îslamî jî. Weke ku ew bi xwe dibêje, ew di cihê rast ê dîrokê de ye.
KJAR: Doza Zeyneb li ser asta navneteweyî bixin rojevê
KJAR’ê diyar kir ku divê hûn bikaribin doza wê li ser asta navneteweyî bixin rojevê.=



