Partiya Yekitiya Suryanî di civîna xwe ya salane de diyar kir ku divê danezana destûrî were guhertin û komîteyek ji bo nivîsandina destûreke daîmî were avakirin ku temsîla gelê Suryan tê de mîsoger be.
Partiyê der barê civînê de îro daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de rewşa rêxistinî ya partiyê hat nîqaşkirin, pêvajoyên berê hatin nirxandin, rapor hatin xwendin û plansaziya sala bê hat danîn.
Li gorî daxuyaniyê, beşdaran diyar kir ku pêvajoya ku Sûriyeyê tê re derbas dibe, hewldan û xebatên aştiyane hewce dike da ku gelê Suryanî yê Asur rola xwe bistîne û mafên xwe yên rewa bi dest bixe.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Ji bingehê ku gelê Suryanî Asûrî beşek esîl ji civaka Sûriyeyê ye, partiyê got divê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryarekê bide ku mafên siyasî, neteweyî û çandî yên gelê Suryanî Asûrî nas bike û ev yek bibe gava pêşîn a girîng ku ev maf di destûrê de werin misogerkirin. Beşdaran girîngiya peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de vegotin. Piştgirî dan peymanê bi şertê ku bicihanîna wê hêviyên tevahî pêkhateyên herêmê di çarçoveyeke nenavnedî ya berfireh de pêk bîne. Her wiha beşdaran spasiya hemû kesên hewl dane pêşketin di dosyayên girtî, koçber, vekirina rêyan û dosyayên din de çêbibin, kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku beşdaran got, divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê hevbeşiyeke rasteqîn ji bo tevahî beş û pêkhateyên gelê Sûriyeyê pêk bîne û nûnertiya wan di saziyên hikumetê de çêbike, di heman demê de ji bo guhertina danezana destûrî bixebite û komîteya sazkirina destûreke daîmî ji Sûriyeyê re deyne ku temsîla gelê Suryanî yê Asûrî tê de hebe.
Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê rewşa debarê ya şêniyan were başkirin û ewlehî û istiqrar pêk werin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û welatên dost kir ku alîkariyê bibin jinûve avakirina Sûriyeyê, dosyaya koçber û penaberan bi dawî bikin û vegera wan a ewle li malên wan garantî bike.
Partiyê banga yekkirina hewldanên partiyên neteweyî yên gelê Suryanî Asûrî kir û lidarxistina kongreyekê li wan kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Ji bo ku gelê Suryanî Asurî bi tevahî mafên xwe, rûmeta xwe û ewle li Sûriyeyê bijî, endamên partiyên yên beşdar soza têkoşînê nû kir.
Her wiha diyar kir ku destê wan ji tevahî hêzên demokrat ên ku bi jiyaneke hevbeş û yek welatekî ji bo hemûyan bawer in vekirî ne; welatê ku rêzê bide hemû pêkhateyên neteweyî û olî, piştgiriyê bide yekitiya Sûriyeyê û istiqrarê wê wekî welatekî ji bo tevahî Sûriyeyan ku mafên mirovan biparêze û têkiliyên xurt bi welatên herêmî û cîhanê re ava bike.”



