YRA’yê ragihand ku di sala 2025’an de bi kêmanî 9 rojnamevan hatine qetilkirin, 15 rojnamevan birîndar bûne û nêzî 11 rojnamevan hatine girtin.
YRA’yê diyar kir ku “piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyê, gelek guherînên cewherî yên siyasî rû dan. Bi hatina sala 2025`an re Sûriye derbasî qonaxeke veguhêz bû ku bandoreke rasterast li rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê li tevahî Sûriyeyê kir.”
YRA’yê bi bîr xist bi hatina hikumeta demkî li ser desthilatê re, sûc û kiryarên li dijî mafên mirovan, bi taybet jî li dijî rojnamevanan, zêde bûn.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2025’an de di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê, êrişên Îsraîlê û hêzên girêdayî hikumeta demkî û komên çekdar ên nenas de, bi kêmanî 9 rojnamevan hatine qetilkirin û zêdetirî 15 rojnamevan birîndar bûne.
YRA’yê da zanîn ku 11 rojnamevan hatine girtin ku piranî ji aliyê hikumeta demkî ve hatin girtin.
YAR’yê di dawiyê de ev bang kir:
- Hêsankirina karê rojnamegeriyê li hemû deverên Sûriyeyê û di çarçoveya garantiyên yasayî yên li gorî pîvanên çapemeniya pîşeyî de, misogerkirina azadiya pratîzekirina wê.
- Hesab ji hemû alî û kesayetên ku xîtaba dijberî, nefret û sorkirinê li dijî rojnamevanan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin, çi îro û çi sibe be, were xwestin.
- Hemû alî û kesayetên ku teşwîqî binpêkirina qanûnê dikin û gefê li aştiya civakî dixwin, werin darizandin ku sorkirin wek sûc were hesibandin.
- Hemû binpêkirinên ji aliyê medyayê ve li Sûriyeyê û rojnamevanan ve ku bi armanca kûrkirina cudakariyê û derbkirina aştiya civakî tên kirin, werin belgekirin.
- Aşkerakirina çarenûsa rojnamevanên bi zorê hatine windakirin, di nav de jî rojnamevan Ferhad Hemo ku 15’ê Kanûna 2014’an li ser rêya Qamişlo-Til Koçerê ji aliyê DAIŞ’ve hatibû revandin.
- Hemû yasayên ewlekariyê ku azadiya raman û derbirînê li tevayî Sûriyeyê asteng dikin, werin betalkirin.
- Pêşîlêgirtina çewisandina ragihandina ku xizmetî berjewendiyên desthilatê dike û binpêkirinan rewa dike.
- Bicihanîna madeya 19’an a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ku dibêje her kes xwedî mafê azadiya raman û derbirînê ye.
- Xurtkirina bernameyên perwerdeyên pîşeyî yên rojnamevanan û li hemberî berovajîkirina medyayê, pêşxistina jêhatiyên wan ên meydanî û piştrastkirina agahiyan.
- Dabînkirina mekanîzmeyên bibandor ji bo rojnamevanan, di nav de sîgorteya tenduristiyê, piştgiriya qanûnî û pergalên giliyan li dijî gef û destdirêjiyê.
- Piştgiriya çapemeniya serbixwe û însiyatîfên xwecih ku rastiya Sûriyeyê bi awayekî objektîf û hevseng nîşan didin û piştgiriyê didin pirrengiya çandî û civakî.
- Ji bo pevguhertina ezmûnan û parastina rojnamevanan ji xetereyên têkildarî şopandina pevçûnan, xurtkirina hevkariya navneteweyî di navbera saziyên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî de.”



