Wer xuyaye ku li rojhilatê Kurdistanê, guhertinên leşkerî çêdibin.
Di dema Pasdarên Îranê xweset xwe di mizgefta gundekî Merîwanê de veşêrin, ji hêla gel ve hatin bidûrxistin û qewtandin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, DYA û Israîlê, baregehên pasdarên îranê yên li navçeya Serşîwe ya Merîwanê û bi taybet baregeha li gundê Gogce kir armanc.
Lewra, pasdran xweset xwe di mizgefta gundê Gogce veşêrîn.
Ji ber vê çendê welatiyan rê neda wan û ew qewtandin.
Li gorî heman çavkaniyan pasdarên Îranê gundî gulebaran kir, lê tevî wê nêzîkî 120 pasdar ji neçarî çek û teqemeniyên xwe ji gund derxistin.
Heta dema nivîsandina vê nûçeyê gund bi tevahî ji Pasdarên Şoreşê û hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye valakirin



