Îsraîl di nava 24 saetan de li herêmên cuda yên Libnanê êriş pêk anî.
Di êrişan de 12 jê xebatkarên tenduristiyê 23 kes mirin.
Li gorî ajansa fermî ya Libnanê artêşa Îsraîlê avahiyeke li başûrê welat kiriye armanc û 4 kes mirin e.
Li bajarê Nebatiyê jî di êrişên hewayî de 7 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor ajansê ji ber êrişên artêşa Îsraîlê ji şevê din ve 23 kes mirin e.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî ragihand ku di êrişên dawî de 12 xebatkarên tenduristiyê mirine.
Bi vê yekê Wezaretê got ji destpêka êrişê ve heta niha 26 xebatên tenduristiyê mirin û 51 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li gor nûçeya ajansê balafirên şerê yên Îsraîlê pirreke li ser Çemê Lîtanê hedef girtin.
Di encama êrişê de rêya di navbera Nebatiyê û Mercayûn hat girtin.



