Balafirên şer yên Amerîkayê baregehên Heşdî Şebî yên li sînorê Kerkûkê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, bombe li lîwaya 17 û 40’î ya Heşdî Şebî ya li sînorê Gudê Melhe ya ser bi navçeya Dubiz ya dikeve Bakurê Kerkûkê hatiye barandin.
Têkildarî zirar û ziyanan ti agahî nehatiye bidestxistin.
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hate topbarankirin
Li aliyekî din, 6 caran êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hate kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, êriş bi rêya muşekan û dronên xwekuj pêk hatiye.
Hate ragihandin ku êriş ji aliyê eniya Muqaweme ya Îslamî ya li Iraqê ku nêzîkî Îranê ye ve pêk hatiye.
Beşek ji êrişê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hate tinekirin.



