Nûnertiya PYD’ê li Başûrê Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK’ê, ji bo şehîd Salih Muslim li Mizgefta Qazî Mihemed a bajarê Silêmaniyê merasîma sersaxiyê lidarxist.
Bi sedan welatî, nûnerên partiyên siyasî, kesayetên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û oldar beşdarî merasîmê bûn.
Kesên ku serdan kirin, destnîşan kirin ku şehîd Salih Muslim jiyana xwe xist xizmeta têkoşîna doza gelê xwe û parastina mafên wan.
Her wekî hat gotin, mîrateya têkoşîna ku wî li pey xwe hişt berpirsiyariyeke dikeve ser milê her kesî ku rêya ku wî şopandiye bidomîne.
Kesên axivîn jî behsa jiyana şehîd Salih Muslim û rola wî di karê siyasî yê Kurd de bi bîr anîn.
Û tekez kirin ku şehadeta wî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e.
Li Ranya ji bo şehîd Salih Muslim merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Li navçeya Ranya ser bi îdareya Raperîn konê sersaxiyê ji bo şehîd Salih Muslim hate danîn.
Gelek welatî û kesayetên naskirî serdana kon kirin û sersaxî xwestin.



