Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

KCK: Gelê Kurd wê hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer biprise

March 16, 2026
in KURDISTAN
A A
KCK’ê ji bo kuştina Mihemed Mîrza daxuyanî da
Share on FacebookShare on Twitter

KCK’ê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û diyar kir ” Gelê Kurd, bi taybetî jî gelê Helebceyê wê vê komkujiyê ti carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bigihîne encamê û hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera êrişa kîmyewî ya rejîma Saddam Huseyîn de ku 16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê kir, daxuyaniyek da, qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û got, “Gelê Kurd, bi taybetî jî gelê Helebceyê wê vê komkujiyê ti carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bigihîne encamê û hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye: “Em di salvegera Komkujiya Helebceyê de ne ku bi êş û hêrseke mezin bi bîr tînin. Komkujiya Helebceyê ku yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka mirovahiyê bû û li dijî gelê Kurd hate kirin û mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin. Kujerên komkukjiya Helebceyê ku para xwe ji exlaq, wijdan û mirovahiyê girtine, mejiyên wan ên qirker bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd di serî de komkujiya Helebce wê ti komkujiyan ti carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bibe serî û bi vî rengî hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.

Di demekê de ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş ve diçû, rejîmên mêtinger ji bo hişyarbûn û rabûna ser xwe ya gelê Kurd asteng bikin, li Helebceyê komkujî kirin. Di vê demê de bi heman armancê li parçeyên din ên Kurdistanê jî komkujî hatin kirin. Bêguman di serî de Komkujiya Helebceyê di van komkujiyan hemûyan de gelê me êşeke giran kişand. Bi sed hezaran Kurd di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, êşên gelekî giran bi serê gelê me de hat. Lê belê ev komkujî negihîştin armanca xwe. Gelê Kurd bû xwedî têkoşîna hebûnê û nehişt ku komkujer bigihêjin armanca xwe. Bi komkujiyan hewl hate dayin ku pêşî li hişyarbûna gelê Kurd bê girtin, lê belê encameke berevajî vê yekê derkete holê, gelê Kurd li hemberî komkujiyan bi têkoşînê hişmendî û rêxistiniya neteweyî hîn xurt kir û siyaseta înkarê şikand.

Gelê me ku berê ji bo hebûnê têdikoşiya, niha ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê têdikoşe. Lê belê metirsiya komkujiyê di vê demê de jî heye. Li Şêxmeqsûdê, li Rojava ev xeterî qewimî. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabû serhildanê û komkujiya ku li ser Rojavayê Kurdistanê dihate ferzkirin û dixwest gelê Kurd û gelên din li hemberî hev rake, asteng kir. Yên ku berê bi komkujiyan dixwestin hişyarbûna Kurdan asteng bikin îro bi heman rê û rêbazê hewl didin li pêşiya azadiya gelê Kurd bibin asteng. Ji ber vê yekê divê helwesta yekitî û têkoşînê ya ku gelê me ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da, dewam bike. Rêya pêşîgirtina li komkujiyan yekitiya demokratîk a gelê me û têkoşîna li ser vê bingehê ye.

Her wiha em Komkujiya Beyazitê ya 16’ê Adara 1978’an û 7 xwendekarên pêşeng ên hatin qetilkirin, Komkujiya Qamişloyê ya ku 12’ê Adara 2004’an hate kirin û Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an bi hurmet bi bîr tînin. Berpirsyarên van komkujiyan hemûyan şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku gelên me wê bi feraseta neteweya demokratîk û stratejiya têkoşîna hevpar hesabê dîrokî ji van komkujiyan tekez bipirsin. “

Previous Post

Silêmaniyê-Ji bo şehîd Salih Muslim merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Next Post

Li Efrînê zarokek xeniqî

Weşana girêdayî

DEM Partî: Heta sucdar hesabê nedin em ê têkoşîna xwe bidomînin
KURDISTAN

DEM Partî: Şaneya bingehîn a demokrasiyê komun e

Li bajarê Venlo yê Hollandayê 24. Civata Giştî ya KNK tê lidarxitin
KURDISTAN

Encamnameya 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê hate eşkerekirin

Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû
KURDISTAN

Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye