Li Geliyê Şera yê li Efrînê, ji ber barana zêde û lehiyê zarokeke bi navê Zeyneb Elî Sîdo xeniqî û zarokek din rizgar bû.
Li gorî malpera Efrîn El An, zaroka bi navê Zeyneb Elî Sîdo ya 8 salî duh (16 Adar 2026) ji ber baranê û lehiyê xeniqî.
Li gorî agahiyan, Zeynebê dema nêzî geliyê bû,li ber lehiyê çû û zarokekî din ku pê re bû, rizgar bû. Zarokê rizgarbûyî veguhestin nexweşxaneyê.



