Siyasetmedarê Kurd, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk şehîd Salih Muslim li Beyrûtê hat bibîranîn.
Di merasîmê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê, Ebduselam Ehmed têkoşîna şehîdên PYD’ê ve vegot û diyar kir ku PYD’ê partiya şehîd û têkoşeran e, ji destpêka hatî avakirin şehîd dane.
Ehmed destnîşan kir ku PYD’ê nûnertiya beşek mezin a gelê Kurd li gelek deveran dike û îşaret pê kir ku guhertinên di qada siyasî ya kurdî û cîhanê de çêbûne berhemên têkoşîna kesên mîna şehîd Salih Muslim û hevrêyên wî ne.
Ebduselam Ehmed banga domandina têkoşîna siyasî ji bo doza gelê Kurd û şopandina rêya şehîdan kir. Her wiha bi bîr xist ku Salih Muslim jiyana xwe ji bo parastina doza kurdî li çar aliyên Kurdistanê veqetand û yek ji siyasetmedar û dîplomatên ku bi fikrê civaka demokratîk bawer bû.
Di merasîmê de, berpirsa Meclisa PYD’ê ya Lubnanê Rêvan Mihemed jî got, şehadeta Salih Muslim windahiyek ji bo hêzên democrat û şoreşgerî bû.
Rêvan Mihemed destnîşan kir ku şehîd Salih Muslim mafên gelê Kurd û Sûriyeyê diparast û yek ji damezrînerên projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha domand “Hem ji bo doza kurdî û hem jî xebata nîştimanî ya Sûriyeyî di çarçoveyeke demokratîk de kir. Şehîd Salih Muslim kedek mezin da. Kurê wî şervan di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû. “
Rêvan Mihemed anî ziman ku “Salih Muslim yek ji damezrînerên PYD’ê bû. Di merheleyekê de ku xebata siyasî ya kurdî li Sûriyeyê zehmet bû, rêxistina partiyê ava kir. Di pêvajoyên zehmet de gelek caran jî serokatiya partiyê kir û rolek mezin di pêşxistina xebata siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê list. Şehîd Salih Muslim wê di bîra me de be. Têkoşîna wî wê di xebata siyasî û neteweyî de modelek bimîne.”



