Tîmên Awarte yên Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Şaredariya Bajarê Hesekê 3 malbatên ku ji ber lehiyan asê mabûn rizgar kirin, hemwextî wê Heyva Sor a Kurd bi alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li 19 malbatên Qamişloyê yên ku zirar dîtine belav kirin.
Ji barana dijwar a li herêmê lehî rabû û gol li ser rêyên sereke û li nava bajaran çêbûn, di heman demê de rêjeya ava çemê Xabûrê jî bilind bû. Malên li nêzîkî çemê zirar dîtin û hin jî asê man.
Îro jî, Tîmên Awarte yên Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Şaredariya Bajarê Hesekê 3 malbatên ku ji ber lehiyan li taxa Merdiyan a bajêr, li nêzîkî çemê Xabûrê, asê mabûn rizgar kirin.
Li gorî Heyva Sor a Kurd, tîmên wê di rewşa amadebûna xwe ya tevahî de ne bersivê bidin her rewşek awarte û xebatên rizgarkirinê.
Duh bi şev, Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehemd û hin berpirsyar serdana deverên nêzî çemê Xabûrê yên ji ber lehiyê zerar dîtin, kirin û tîmên pispor araste kirin ku tedbêrên parastina şêniyan xurt bikin.
Bi heman mijarê, Tîmên Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên mirovî li 19 malbatên li taxa Hilîliyê yên ji ber lehiyê zirar dîtine belav kirin.
Di çarçoveya van alîkariyan de, ji bo her malbatek pakêtek xwarinê û alîkariyên madî hatin pêşkêşkirin da ku di van şert û mercên zehmet de ji bo malbatan bibe piştgiriyek.



