Saziya Dije Terora Iraqê ragihand, di encama du operasyonan de li Kerkûk û Ninowa (Musil) 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Saziya Dije Terora Iraqê Di daxuyaniyek de ragihand, hêzên dijeterora Iraqê li parêzgeha Ninowa û Kerkûkê du operasyonên ewlehiyê lidarxistine.
Di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku hêzên wan çend operasyonek lêgerîna li baregeh û veşartgehên DAIŞ’ê jî li parêzgeha Diyale û Selahedîn pêkanîne.



