Komele û rêxistinên Hesekê bi hemahengiya saziyên pêwendîdar, alîkariyên mirovî li malbatên ku lehiya Çemê Xabûr zirar lê kiriye, belav kir.
Alîkariyên ku hatiye belavkirin, ji pêdiviyên wekî doşek, betanî, cilik, balîf û alavên paqijiyê pêk tê.
Ji ber bilindbûna asta avê li çemên Xabûr û Zirganê, avê da ser nêzîkî 200 xaniyên li bajarê Hesekê û gundewarên derdora wê.



