Meclisa Bajarê Til Temirê dewamkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û vegera ewle û birûmet ji bo koçberan misoger bikin.
Bi boneya salvegera 8`mîn a dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Meclisa Bajarê Til Temirê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan, bi amadebûna şêniyên bajêr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, ji hêla hevserokê meclisa bajêr Xalid El Xelef ve hate dayîn.
El Xelef destnîşan kir ku ji ber dagirkirinê hîn jî bi hezaran koçberên Efrînê di şert û mercên dijwar de dijîn. El Xelef diyar kir ku binpêkirinên li Efrînê, binpêkirinên aşkera yên qanûn û peymanên navneteweyî ne.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî bigirin ser xwe û ji bo vegera ewle û birûmet a koçberan bixebitin.



