Li Îranê 3 kes hatin darvekirin û 97 kes jî bi tawana ku alîkariya Îsraîlê kirine hatine girtin.
Sedema darvekirinê jî dibêjin di xwepêşandanan de 2 polîsên Îranî hatine kuştin û ji bo sûdwergirtina Îsraîl û Amerîkayê çalakî hatine kirin.
Ajansa nûçeyan a Mîzan a ser bi saziya dadweriya Îranê ye, darvekirina 3 xwepêşanderên meha borî ya li bajarê Qum ragihand.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku vê sibehê Mehdî Qasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawudî ku di xwepêşandanên meha borî de beşdar bibûn, hatine darvekirin.
Saziyên mafên mirovan dibêjin 3 kesên hatine darvekirin di bin êşkence de neçar hiştine ku tawanan qebul bikin.
Her wiha Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê 97 kesan ji ber alîkariya Îsraîlê kirine girtin.
Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan sala borî li Îranê 500 kes hatine darvekirin, hin çavkaniyan jî îdda dikin ku darvekirinan 2 hezarî derbas kiriye.



