Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê cejna Newrpzê pîroz kir û got ku Newroza îsal mizgîniya serkeftinên mezin e.
Hevpeymaniyê diyar kir ku li aliyekê partiyên têkoşer di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe kir yek. Li aliyê din beşên civaka Kurdistanê û bi taybetî jin ji bo bidestxistina mafan tevlî nava xebat û têkoşînê bûne.”
Hevpeymaniyê destnîşan kir ku ne muşek, ne teror û ne jî zexteke siyasî û ewlehiyê wê gavên wan sist nekin û ew ê bi yekrêzî ber bi qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê biçin û serkeftinên nêzîk bi dest bixin.
Hevpeymaniyê behsa siyasetên çewsîner ên Komara Islamî ya Îranê kir û destnîşan kir ku rojane navend û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi muşek û dronan dike armanc û hêvî dike ku rê li ber xebatên rizgariyê bigire.
Lê belê ev êriş nîşan dide ku rejîm li ber sekeratê ye.
Di daxuyaniya xwe de bang li xelkê Kurdistan û hemû beşên civakê kir ku li dijî êrişên muşekan xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin divê qonaxa hestyar de destkeftiyên xebatên bi salan biparêzin.



