Îsraîl başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Herêmên rojava û navendî yên başûrê Lubnanê jî hatin topbarankirin.
Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Bafliye û Hanîn bombebaran kirin.
Her wiha herêma rojava û navîn a başûrê Lubnanê jî bi çekên giran ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin topbarankirin.
Ajansê da zanîn ku di encama bombebaran û topbaranê de birîndar hene lê hejmara wan diyar nekir.
Li gorî heman ajansê, Îsraîlê bajarokên El Sultaniyê, Dibal, Bint Cubeyl, Eynata û Tebnîn jî yên dikevin başûrê Lubnanê bombebaran kirin.



