Duh li gundewarê Efrînê komeke nenas êrişî şofêrekî taksiyê kirin û reviyan.
Li gorî agahiyan Mihemed Omern ji gundê Cuweyq ê gundewarê Efrîn ye.
Dema ku Mihemed komê bi hinceta ku pêdivî bi wesayîtekê heye dibe cihekî nenas nenas rastî êrişekê tê.
Kom li Mihemed didin û piştre jî direvin.
Li gorî çavkaniya jî niha Mihemed li bajarê Efrîn di nexweşxaneyê deye.
Ev binpêkirin beşek ji şêwazek pratîkên ku armanc dikin terorîzekirina nifûsa herêmê ne.


