Koordînasyona PAJK’ê Ji bo cejna Newrozê daxuyaniyek da.
PAJK’ê diyar kir ku di vê demê de ji bo çarenûsa gelê Kurd bûyerên girîng diqewimin.
PAJK’ê teqez kir ku ew ê li dijî şer û kapîtalîzma hovane aştî û jiyanek demokratîk ava bikin û got:
Em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşmeya “Yekîtiya Demokratîk a Kurd û Azadiya Fizîkî ji bo Rêber Apo” biherîkin qadên Newrozê.
Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand.
PAJK’ê di serî de Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz kir û got:
Îsal, em di serdemeke welê de Newrozê pêşwazî dikin ku bi bûyerên çarenûsa Kurdistanê diyar bike diqewimin.
Newroz têkoşîna gelê Kurd a di bin pêşengiya jinan de tenê ne cejneke e, bûya sembola vejîn, berxwedan, ji nû ve zayîn û navê jiyana azad.
Gelê Kurd careke din li dijî hêzên serdest ên ku statuya wan paşguh dikin rabûye ser piyan, yekîtiya xwe ava kiriye û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê seferber bûye.
Her wiha PAJK’ê dibêje, em Newroza Rêbertiya xwe yê ku her tim bi pêşketinên nû biharê bi me dide jiyandin pîroz dikin.
Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dikeve sala xwe ya duyemîn.
Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê qanûnên ku rê li ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin werin derxistin û statuya muzekerevanê me yê sereke Rêber Apo were zelalkirin.
Em jin jî dê bi têkoşîn û çalakiyên xwe vê Newrozê bikin Newrozeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike.
PAJK’ê anî ziman ku ew îsal bi kaosa Rojhilata Navîn re dikevin Cejna Newrozê ya ku ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sembola vejînê ye û wiha bi lêv kir:
Helwesta ku di 8’ê Adarê de hat raberkirin ji her kesî re da nişandan ku ka asta têkoşîna jinan gihiştiye kîjan astê.
Em di pêvajoyekê de ne ku jinên Kurd dê careke din rola xwe wekî pirek azadiyê bilîzin ku ji 8’ê Adarê heta Newrozê dirêj dibe.
Em bawer dikin ku bi rihê berxwedanê, hêza hevgirtin û tifaqê, helwesta siyasî û rêxistinî ku jinan derxistiye holê wê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê.
Di dawiyê de PAJK’ê teqez kir ku ew ê li dijî şer û kapîtalîzma hovane aştî û jiyanek demokratîk ava bikin û got:
Em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşmeya “Yekîtiya Demokratîk a Kurd û Azadiya Fizîkî ji bo Rêber Apo” biherîkin qadên Newrozê.



