Axêveran di pîrozbahiya Newrozê ya li Dêrikê de got Newroz sembola nûjebûna gelê Kurd û parastina nasnameya wê ye. Her wiha diyar kir ku hewldanên hedefgirtina gelê Kurd dewam dikin, ji bo parastina destkeftiyan jî banga lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî kir.
Piştî vêxistina agirê Newrozê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û got dewletên desthilatdar her tim hewl didan nirxên gelê Kurd tune bikin û pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin.
Mihemed Şerîf anî ziman ku Newroz sembola nûjebûna gelê Kurd e û dê ji bo parastina vê rojê bedelên giran bidin. Şerîf bi domdarî got: “Ji girtîgeha Amedê heya niha bi hezaran şehîdan bi xwîna xwe ev roj parastin; ji ber ku ev roj rojeke dîrokî ye. Tevî hewldanên qedexekirina Newrozê, lê bi israr û îrade me her timî meşaleya Newrozê li Kurdistanê û cîhanê pêdixist.”
Di pîrozbahiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî Newroz li gelê Kurdistanê, malbatên dîlgirtiyan û tevahî girtiyên azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Hebûna me ya îro li qada Newrozê bi saya keda şehîdan û yekitiya gelê me li her çar aliyên Kurdistanê ye.”
Foza Yûsif destnîşan kir ku ji berxwedana şehîd Ziyad Heleb û Denîzan, heya berxwedana Harûn û Hogiran gelê Rojava berxwedaneke mezin raber kir û berdêlên giran dan û got: “Bi saya vê berxwedanê gelê me îsal bi serferazî Newrozê pîroz dike.”
Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser Rojava û bi bîr xist ku êrişên mezin li ser Rojava hatin kirin, li beramberî wê gelê Kurd berxwedanek mezin nîşan da. Her wiha îşaret pê kir ku yekitiya kurdî li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê û fedakariyên şehîdan êriş têk birin û got: “Em vê berxwedanê ji bîr nakin û em ê biparêzin.”
Foza Yûsif destnîşan kir ku piştî 100 salan Newroz bû cejneke fermî li Sûriyeyê û anî ziman ku ev yek jî encamên berxwedana gelê Kurd e ku bûye hêzeke stratejîk li Rojhilata Navîn.
Fozayê diyar kir ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû li Rojava û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û got: “Bi saya vê yekê û bi saya berxwedana şehîdan û yekitiya neteweyî, cîhan cejna Newrozê nas kir. Meşaleya Newrozê dê her tim pêketî be.”
Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina nirx û destkeftiyên gelê Kurd banga yekitiya Kurdan û lidarxistina kongreyeke neteweyî kir.



