Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer di pîrozbahiya Newrozê ya Girkê Legê de bang li tevahiya beşên civakê kir ku têkoşînê bidomînin û li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û got “Em Newroza îsal bikin Newroza yekitiya neteweyî.”
Pîrozbahiya Newrozê ya li gundê Helîqê yê Girkê Legê bi beşdariya şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û herêma Aliyanê dewam dike. Piştî pêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî. Hesen Koçer Newroz li gelê Kurd, tevahî gelên herêmê û bi taybetî malbatên şehîdan pîroz kir û got: “Newroz sembola berxwedanê ye. Kurdan bi berxwedana xwe ev roja pîroz afirand û bedena xwe kir xelekên agir ta em gihandin vê rojê.”
Koçer anî ziman ku Newroza îsal di demekê de ku êriş û gef li ser hebûna Kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê têne kirin, tê lidarxistin û da zanîn ku ev êriş di heman demê de yekitiya gelê Kurd dike armanc. Hesen Koçer got: “Em Newroza îsal bikin Newroza yekitiya Kurdan.”
Hesen Koçber di dewama axaftina xwe de diyar kir ku komployên li dijî hebûna gelê Kurd dewam dikin û wiha pê de çû: “Bi erêkirina ji aliyê hêzên navneteweyî ve, hewl didin projeya neteweya demokratîk, îrade û hebûna gelê Kurd bikin hedef. Eger Rêber Abdullah Ocalan mudaxele nekiriba û komplo têk nebiriaba dê wan hêzan armancên xwe gihandibana serî.”
Koçer îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji bo parastina gelê Kurd dixebite bang li gelê Kurd kir ku bi şerê taybet ê ku dijmin dimeşîne bi bandor nebin û di rêzekê de li hemberî êrişan rabin.
Koçer got: “Em Newroza îsal bikin Newroza yekitiya Kurdan û lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî.”
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya beşên civakê kir ku têkoşînê bidomînin û li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û got: “Di wê baweriyê de bin ku sedsala 21’an sedsala yekitiya kurdî, roja azadiya gelê Kurd û parastina destkeftiyan e.”



