Îlham Ehmed ji pîrozbahiya Newroza ya li Amedê re peyamek şand û got her ku pêvajoya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê bi pêş dikeve, siberoja Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê jî garantî dibe.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê didome. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo pîrozbahiyê re peyameke bidîmen şand.
Peyama Îlham Ehmedê wiha ye:
“Gelê Kurd ê hêja û xelkê Amedê yê birûmet,
Ji Qamişloyê heya Amedê, heya Hewlerê, heya Mehabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. Me li Rojavayê Kurdistanê, salên şoreşê pir giran derbas kirin. Gelek destkeftiyên mezin bi têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê çêbûn. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Em bi hevî bûn ku di astên bilind de van serkeftinê ku me bi dest xistine, em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin. Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin. Careke din di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena serê xwe ne. Me ji her parçeyê Kurdistanê gelê xwe, li pişta xwe, li kêleka xwe dît. Ji bo vê piştgiriyê em we careke din silav dikin.
Di sala 2026’an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xilasiyê, bû roja nû ji bo tevahiyê gelên Mezopotamyayê îro careke din di vê salê de em dibêjin Newroza 2026’an dê ji bo tevahiyê gelê Kurd bibe Newrozeke nû.
Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya aştî, çareseriya siyasî û demokratîk ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye pêvajoyeke çareserkirina siyasî ya mafê gelê Kurd e. Li Rojhilatê Kurdistan careke din pevajoyekê nû heye. Êdî dema rejîma ku bi salan e Kurdan bi darve dike bi dawî dibe. Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem serdema tifaq û yekitiya gelê Kurd e. Li başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyan, parastina şoreşa ku li wê derê hatibû lidarxistin careke din erka tevahiya gelê Kurd e. Parçeya herî mezin di Kurdistanê de Bakur e. Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye, li Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de bi qasî ku Kurd piştgiriya hev bikin, ji hev re bi hêz bin wê dîrok careke din were nivîsandin, wê careke din hemberî hemû sîstemên ku bi sala ye Kurd bêmaf hiştinê mafên Kurdan çewisandine, bê îrade kirine derveyî pergalê hiştine êdî li hemberî wê dê bibin xwedî hêz û îrade. Baweriya me heye ku tevî hemû zor û zehmetî û dijberiya ku li hemberî Kurdan çêdibe, Kurd dê careke din wê hişmendî û îradeyê nîşan bidin. Nîşan didin jî. Pratîka wê heye. Rojane diyar dibe. Gav bi gav zanîsta Kurd îradebûn û hêzbûna wî derdikeve holê.
Em li rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Li bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî li aliyekê şoreş heye li aliyê din avakirin heye. Di merheleyên avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Ev hem di dîrokê de jî xwe diyar kiriye, hem îro jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bona vê biqasî ku jin û ciwan xwedî ked û fedakarî ne bi temamî di dîroka şoreşê de di avakirinê de jî dê careke din jin û ciwan bibin xwedî rol. Li ser vê esasê em dibêjin ku bi qasî ku li bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çareseriya siyasî bi pêş dikeve li parçeyên Kurdistanê yên din jî pêşeroja Kurdan ew qas dibe garantî.
Hêza Kurdan li Bakur hêzeke mezin e. Gava ku bikeve liv û tevgerê wekî lehiyê diherike. Ji bo vê bi hemû derfetên xwe tevlibûna vê pêngava aştî û civaka demokratîk wê bigihe serkeftinê. Li ser vê esasê fedakarî û keda heta niha Rêber Apo daye û dide em bi germahî ji dil silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo li her derê bi ser bikeve divê pêngava siyasî bi qanûn bibe divê hemû derfet bikevin xizmetê. Li ser vê esasê em careke din we silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Em bawer in ji sedî sed salên pêşerojê salên hebûna gelê Kurd in û misogerkirina maf û serweriya Kurd e. Di vê çarçoveyê de ji bo aramî û xweşiyê û ji bo hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî cejna hemû dayîk, jinan û ciwanan pîroz dikin û wan silav dikin.”



