Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku rêya M4 ji ber lehiyên li ser rê ji xizmetê derdikeve.
Ji ber lehiyên çêbûne, Şaredariya Gel a Bajarê Til Temirê dest bi xebatên sererastkirina rêyê kiribû.
Pêr jî ji ber barana dijwar û bilindbûna rêjeya avê di çemê Xabûrê careke din rê ji xizmetê derket.
Rêya M4 ji girîngiyên rêyên stratejî li bakurê Sûriyeyê ye.
Hejmarek bajarên sereke weke Hesekê, Reqa, Kobanê û Minbicê heta bi Helebê bi hev ve girê dide.
Ji bo rêwitiyan û veguhastina kel û pelan di navbera Rojava û herêmên din ên welat de tên bikaranîn.
Li Sûriyeyê ji hefteyekê ve ye baranên dijwar û lehî hene.
Bi wê re li nava bajaran golên avê çêbûn, lehî li hin çeman çêbûn û hin kamp di bin avê de man.



