Li gorî agahiyên medyaya Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê hêzên xwe yên li herêmên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike.
Di nava 3 rojên borî de, rejîma Îranê li bajarê Merîwan û li çiyayên Surenê ku dikeve beramberî navçeya Seyîdsadiq ya Başûrê Kurdistanê, hêzek zêde bicih kiriye.
Hêzên Îranê dayik û xwişka girtiyekî kuştî binçavkirin
Bêhnam Derwêşî ji bajarê Kerem ê Rojhilatê Kurdistanê ye, di 2017`an dema ku derdike xwepêşandanê, tê girtin.
Di Girtîgeha Evînê de îşkenceyeke giran lê hat kirin.
Ji ber îşkenceyê nexweş dikeve, rewşa wî ya tenduristiyê gelekî giran dibe û di nexweşxaneyê de wefat kir.
Dayika wî Efsane Ruzbehanî piştî mirina kurê xwe, derdikeve xwepêşandanan û daxwaza edaletê dikir.
Hêzên rejîma Îranê dayik û keça wê destgîr kirin û veguhastin Girtîgeha Nûşîcanî Melaîrê.
Îran-Di nava salekê de 61 jin hatin darvekirin
Li aliyekî din, Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) derbarê binpêkirinên salekê yên dijî jinan yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, raporek belav kir.
Li gorî raporê, ji 21’ê Adara sala 2025’an heya 21’ê Adara 2026’an, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 61 jin hatin darvekirin û cezayê darvekirinê bi ser 13 jinên din jî hatiye sepandin.
30 bûyerên kuştina jinan jî hatine tomarkirin.



