Serokê DYA Donald Trump piştî şerê 24 rojan li gel Îranê, cara yekem gavek berbiçav paşde avêt.
Rêveberiya Washingtonê plana êrişên ser navendên enerjiyê yên Îranê ji bo 5 rojan paşxist.
Trump di daxuyaniyeke li ser tevna xwe ya dijîtal de got,
Di rojên dawî de “gotûbêjên pir baş û berhemdar” di navbera her du welatan de hatine kirin.
Her weke îdia kir ku ew şansek didin dîplomasiyê da ku bi tevahî aloziya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe.
Trump gav paşde avêt: li gel îranê danûstandin heye
Wekî ku tê zanîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Îranê xwestibû ku Tengava Hormuzê ji bo trafîka deryayî ya navneteweyî veke, û gef xwaribû ku eger vê yekê neke, wê binesaziya enerjiya wê bike hedef.
Ev biryar, ku çend demjimêr beriya dawiya demê hat dayîn, bandor li bazarên cîhanî kir.
Bihayên petrolê daketin, di heman demê de bazarên borsayê jî başbûnek qismî têde çêbûn.
Îran: Danûstandin nîne, gav paşde avêtina dya ji ber bandora êrişên me ne
Lêbelê, daxuyaniyek cûda ji Tehranê hat.
Çavkaniyên Wezareta Derve ya Îranê îdîa kirin ku ti danûstandinên fermî bi DYA re çênebûne ku ev yek nîşan dide gefên Îranê yên tolhildanê di vegera Washingtonê de bandorker bûn.
Her çiqasî niha dexta li herêmê kêmek daketiye jî lê çav vegeriyane ser danûstandinên di nava van rojan de tên kirin.



