Di hilbijartinên xwecihî yên Fransayê de, 34 namzetên Kurd ji bo meclisên şaredariyan hatin hilbijartin.
Gelê Kurd di hilbijartinên xwecihî yên li Fransayê de serkeftinek girîng bidest xist.
Bi tevahî 34 namzetên Kurd ji bo meclisên şaredariyan li bajarên cuda yên Fransayê hatin hilbijartin.
Di nav kesên ku hatine hilbijartin de endamên meclîsa şaredariyan, nûnerên muxalefetê û cîgirên şaredaran hene.
Meclisa Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) derbarê encamên hilbijartinê de daxuyaniyek da û hemû namzetên hatine hilbijartin pîroz kir.
CDK-F diyar kir ku serketina ku hatiye bidestxistin encama xebata rêxistinî ya xwe dispêre salan û banga beşdariya demokratîke.



