Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji dema despêkirina şer ve, 42 karmendên tenduristiyê hatin kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê jî got ku hêzên wî ji bo berfirehkirina “herêma tamponê” li başûrê Lubnanê dixebite.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji dema despêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de , 42 karmendên tenduristiyê hatin kuştin.
Wezaretê bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo rawestandina êrişan demildest gav bavêjin.
Sikreterê Hizbullaha: Danûstandinan bi Îsraîlê re teslîmbûne
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha li Lubnanê Neyîm Qasim ragihand ku pêşniyara danûstandinan bi Îsraîlê re teslîmbûne.
Her wekî diyar kir ku danûstandin bi dijminekî ku her roj êriş dike re nayên qebûlkirin.
Netanyahu: Emê herêma Tampon a li başûrê Lubnanê berfireh bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku hêzên wî dê “herêma tampon” a li başûrê Lubnanê berfireh bikin.
Di heman demê de operasyonên leşkerî li dijî Hizbullahê didomînin.



