Dewleta Tirkiyê di hebûna hêzên xwe de guhertinan çêdike.
Herî dawiyê beşek ji hêzên xwe yên li Iraqê vekişand.
Wezareta Parastina Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya biryara Hevpeymaniya NATO’yê ya ji bo vekişîna leşkerên xwe de, hinek leşkerên Tirk ji Bexdayê vegerandin Tirkiyê.
Wezaretê got ku şerê Amerîka-Îsraîlê li gel Îranê gefeke cidî li ser aştî û aramiya Rojhilata Navîn çêdike û bang li hemû aliyên peywendîdar kirin ku xwe kontrol bikin.
Tirkiye idia dike ku rêbaza leşkerî tenê dê krîzê girantir bike.
Rêxistina CPT ya amerîkî eşkere kir ku heta dawiya 2025’an, li Herêma Kurdistanê 139 baregeh û navendên leşkerî yên artêşa Tirk hebûn û ji ber êrişan hezar û 190 gund bandor bûne.
Ji wan 183 gund bi temamî vala bûne û ji dema pêvajoyê despêkiriye jî ti welatiyek nekariye vegere van gundên valebûyî.



