Beşek din yê vê aloziyê, li Libnanê xwe dide der.
Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrişên li ser Lubnanê de 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de hat gotin, êrîş bi armanca dabînkirina ewlehiya jîngehên li bakurê Îsraîlê tên domandin.
Her wiha diyar kir ku armanca operasyonan lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Hizbullahê ya li ser xe ta sînor û ”dûrxistina gefa li ser sînor”e
.Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî da zanîn ku di encama operasyonan de bêtirî zêdetirî 500 hedefên Hizbullahê hatine îmhakirin.
Libnan: 1094 kes heta niha hatine kuştin
Li gorî daxuyaniyên rayedarên Libnanê heta 25’ê Adarê di encama êrişan da, hezar û 94 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 119 jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya şerî bêyî ku welatiyên sivîl û şervanan jihev cuda bike, parve dike.



