Îro carek din baregehên Heşdî Şeebî yên li sînorê parêzgeha Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatin bombebarankirin.
Li gor Reutersê baregeha Heşdî Şeebî ya li başûrê Kerkûkê, baregeha Lîwaya 63 ya Heşdî Turkmen ya li Amerlî ya ser bi parêzgeha Selahedîn û baregeha li navçeya Rutbe ya ser bi parêzgeha Enbarê jî hatin bombekirin.
Fox News’ê ragihandibû ku Amerîka dê êrişên xwe li ser Heşda Şabî bidomîne da ku rê li ber gefan bigire.
Her wekî Wezareta parastinê ya Iraqê ragihand ku 0balafireke bê mirov a nenas, bi nizmî li ser asîmanê Alaya 3’yemîn ya Liwaya 44’emîn ya Fermandariya Operasyonan ya Kerkûkê re difiriya hate xistin û ziyanên canî û madî çênebûne.
Li Kerkûkê balafireke nenas a bê mirov hate xistin



