Ciwanên enternasyonalîst yên ji welatên cuda yên Ewropayê ku ji bo Cejna Newrozê hatin Amedê.
Bi hatina xwe serdana mala Rêber Apo a li Amarayê kirin.
Di serdanê de, Meclîsa Ciwanan a DEM Partî jî beşdar bû.
Ciwan ji aliyê birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Elî Ocalan ve hatin pêşwazîkirin.
Ciwanan li ser mijarên ku Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawî de li ser wan rawestiyaye ,pirs kirin.
Piştî gerandina ciwanên enternasyonalîst dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin



