Çiya Kobanê di çarçoveya yekkirina hêzên leşkerî de bi fermî dest bi erkên xwe dike.
Di vê derbarê de navenda ragiahanda QSD’ê daxuyaniyek da û got:
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29’ê Çile de, Çiya Kobanê ‘Hecî Mihemed Nebo’, endamê Fermandariya Giştî ya hêzên me, bi fermî dest bi erkên xwe wekî Cîgirê Fermandarê Tûgeya 60 kir.
Ev gav dikeve çarçoveya rêxistina têkiliyên leşkerî û entegrekirina hêzên leşkerî yên QSD’ê di nav sîstema parastinê ya Sûriyê de tê.
Bi vî awayî yekîtiya hewildanên parastinê xurt dike û karîgeriya performansê di rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê de zêde dike.
Di heman demê de girîngiya parastina sivîlan û parastina aramiya herêmê tekez dike.



