Mala Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Neçîrvan Barzanî ya li Dihokê hate bombebarankirin.
Duh droneke bombekirî êrişî mala Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê kir.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî da zanîn ku dronek li nêzî mala Nêçîrvan Barzanî ket.
Teqînek çêkir û pergala parastina asîmanî jî dronek din jî beriya ku bigihîne armanca xwe xistin.
Ji ber ku roja bêhnvedanê bû kes di malê de nebû û di êrişê de ti zererên canî çênebûn.
Hate diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî ragihandiye ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.



