Serokê PDKê Mesûd Barzanî ragihand ku êrişên li ser Herêma Kurdistanê kişandina nav şerekî mezine ya beramberî Herêmê ye û got: “Divê çareseriyek cidî û biryardar were dîtin, rayedarên Iraqê bi xwe biryar bidin.”
Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî têkildarî êrişên li ser Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û bang li desthilatdarên Iraqê kir.
Mesûd Barzanî got: “Êrişên bi vî rengî şerxwaziyeke eşkere ye, zilm, zêdegavî û neheqiyeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê ye. Divê çareseriyeke cidî û biryardar ji bo wan were dîtin.”
Barzanî destnîşan kir ku di rastiyê de ev bi şermezarkirin, telefon, brusk û lîjneyan çareser nabin û wiha domand: “Divê desthilatdarên Iraqê xwe yekalî bikin, yan ragihînin ku nikarin rê li ber wan komên deryasayî bigirin, yan jî divê bi cidî bikevin nav tevgerê û parastina dewletê bikin. Divê rêkarên cidî wergirin da ku êdî rê neyê dayîn êrişên neheq li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.”
Serokê PDK’ê Barzanî tekezî kir ku Herêma Kurdistanê tu carî nebûye parçeyek ji wan pirsgirêk, alozî û şerên li herêmê hene, lê mixabin komek kes hene ku bêyî kes rê li wan bigire, bala wan a sereke li ser wê ye ka dê bi kîjan rêyê dijminatiya Herêma Kurdistanê bikin, her tim bi neheqî êrişî Herêmê û Pêşmerge dikin û dibin gef li ser jiyan û aramiya xelkê Kurdistanê.
Mesûd Barzanî diyar kir ku di nava salên borî de, bi dehan caran bi zilm û bê hincet, bi drone û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge kirine û xelkên bêguneh şehîd û birîndar kirine.
Li gorî Barzanî ragihandî, ji dema ku ev şer destpê kiriye ve, zêdetirî 450 caran bi mûşek û droneyan êrişî Herêma Kurdistanê û baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.
Derbarê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî de jî Mesûd Barzanî got: “Duh li bajarê Dihokê bi droneyan êrişî mala Serokê Herêmê kirine. Mijar ne mal an baregeha kesekî ye, her derê Kurdistanê xwedî bi nirxe. Lê ev cure êriş şerxwaziyek eşkere ne, zilmeke mezin, zêdegavî û neheqiyeke mezinin li hemberî Herêma Kurdistanê. Divê çareseriyeke cidî û yekalîker ji bo wan bê dîtin.”
Hêjayî gotinê ye ku li gel berfirehbûna şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê, êrişên li nav xaka Herêma Kurdistan û Iraqê jî zêde bûne. Duh bi şev komên çekdar yên nêzî Îranê çend carek bi dironeyan êrişî ser bajar û navçeyên cûda yên Herêma Kurdistanê kirin. Ji ber zêdebûna êrişan dibistan ketin betlanê.



