Piştî êrişên dronan ên li ser baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Qesrikê, embarek genim şewitî.
Hêzên Amerîkayê yên li baregehê dronek li taxa Til Ehmerê ya bajarê Til Temirê û yek li gundê Til Mesasê yê heman bajarî xist.
Nûçegihanê me ji herêm ragihand ku hin dron li embara genim a li derdora baregehê ketin û şewat derket, di encamê de miqdarek mezin a genim şewitî.
Ji destpêka şerê Îsraîl-DYA û Îranê ve, ev êriş a 4’an li ser herêmê ye.



