PJAK ku ji Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê hatibû derxistin, piştî bertekan careke din ji bo kongreyê hate vexwendin. Tê payin ku nûnerê PJAK’ê di rûniştina îro de biaxive.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ji Kongreya Azadiya Îranê ku di 28-29’ê Adarê de li Londonê tê lidarxistin hatibû derxistin. Endamê Konseya Rêveber a PJAK’ê Revar Avdanan, ragihand ku piştî bertekên careke din li kongreyê hatine vexwendin.
Avdanan, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û got: “PJAK’ê, piştî bi awayekî fermî hatî vexwendin, ji destpêkê ve helwesta Kongreyê erênî pêşwazî kir. Lêbelê piştre bêyî ku daxuyaniyeke zelal were kirin, nav û pozîsyona nûnerî ji bernameyê derxist ku ev jî li dijî rêgezên demokratîk bû. Li ser vê yekê PJAK’ê, ji hemû derdor û hêzên alîgiriya demokrasiyê dikin pişttiriyeke mezin girt û helwestekî rexneyî raber kir.”
Bi domdarî Avdanan, da zanîn ku piştî van rexneyan, hinek endamên Konseya Koordînasyona Kongreyê, piştî nîqaşên kûr pêvajoya guherandina vê rewşê domandin û di encamê de jî rê li ber feraseteke nû vekirin. Avdanan, diyar kir ku PJAK dîsa ji bo kongreyê hate vexwendin û nûnerê sereke yê partiyê dê tevlî kongreyê bibe û axaftinekê bike.
Avdanan, destnîşan kir ku PJAK spasiya hemû kesayetên standartên demokratîk parastin û ji bo reformekirina vê pêvajoyê xebitîn kir û got: “PJAK, destnîşan dike ku pirsgirêkên di navbera partiyên Kurd de hewceye di çarçoveya tifaqan de û bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin.” Avdanan, got ku dê biçin kongreyê û bi çalak tevlî bibin.
Tê payin ku Avdanan, di rûniştina duyemîn a kongreyê de, îro di panela “Îraneke Ji Cihêkariyê Hatiye Paqijkirin; Tevlibûn û Hêza Hevpar” de axaftinekê bike.



