Artêşa Îsraîlê li bajarê Sûrê ya başûrê Lubnanê êrişî bendekî kontrolê ya leşkerî êriş pêk anî.
Li gor daxuyaniya artêşa Lubnanê di êrişê de leşkerekî wan hatiye kuştin.
Di destpêka pevçûna Îsraîl û Hizbullahê de ev cara yekeme bendên kontrolê ya artêşa Lubnanê tê hedefgirtin.
Artêşa Lubnanê got êriş li herêma El-Amiriyê ya girêdayî Sûrê pêk hatiye, leşkerek wan miriye û hin leşkerên din jî birîndar bûne.
Her wiha artêşa Lubnanê ragihand ji 2’yê Adarê ve li heremên cûda heya niha 8 leşkerên wan di êrişan de hatine kuştin.
Ji xeynî vê Îsraîlê ji bo 7 taxên Beyrûdê hişyariya valakirinê dabû, vê sibê dîsa li ser Beyrûdê êrişa hewayî pêk anî.
Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew li Beyrûtê armancên binesaziyê yên girêdayî Hizbullahê hedef girtine.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî doh ragihand ku ew ferman daye artêşê da ku li herêma tampon ya Lubnanê fireh bikin.



