Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê di roja 32’an de berdewame.
Di encama vî şerî de di Rojekê de 6 welatî jiyana xwe ji dest da û 21 birîndar bûn.
Her wiha li gelek taxên paytexta Îranê Tehranê piştî teqînan elektrîk qut bûye.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku wan ji nîvî zêdetir hedefên xwe li Îranê pêk anî.
Di roja 32’an a şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê de, çapemeniya Îranê ragihand ku li paytext Tehranê dengê gelek teqînan hate bihîstin û li hin herêmên bajêr gelek caran elektrîk qût bûye.
Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nêzî Îranê, îdîa kir ku navendeke trafoyê ya santrala enerjiyê ya li rojhilatê Tehranê hatiye hedefgirtin.
Li gorî medyaya Îranê êrîş li dijî “nuqteyên leşkerî” yên li navenda welêt, pêk hatine.
Hat ragihandin ku piştî geşedanên li Tehranê, Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşa bi fuzeyan kir.
Gelek taxên Tehranê bê elektrîk mane
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê ragihand ku piştî teqînan, li gelek taxên Tehranê elektrîk qut bûye.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê jî da zanîn ku elektrîk li ser hin taxên rojhilat û rojavayê Tehranê qut bûye.
Li gorî heman ajansê sedema qutbûna elektrîkê hedefkirina stasyona enerjiyê ye û rayedar ji bo sererastkirinê dixebitin.
HRANA : di rojekê de 6 welatî jiyana xwe ji dest dan û 21 birîndar bûn
HRANA ragihand ku di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 21 welatî jî birîndar bûn.
Netanyahu: Me ji nîvî zêdetir hedefên xwe pêk anî
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku di şerê li dijî Îranê de wan ji nîvî zêdetir hedefên xwe pêk aniye.
Netanyahu got, “Ez difikirim ku wê ev rejîm ji hundir de hilweşe.”



