Bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd projeyek netewî hate destpêkirin.
Desteya Demkî ya Projeyê careke din bang kir.
Di bangê de hate gotin ku bidestxistina mafê her neteweyekê girêdayî armanc û yekrêziya wê neteweyê ve girêdayî ye.
Desteya got:
“Yekrêziya Kurdan ya di vê qonaxê de ne tenê êdî vebijêrkek siyasî û partî ye;
Belkû pêwîstiyeke dîrokî, netewî û civakî ye ji bo pênasekirin û amadekariyên ji bo rewşeke nû ye.
Rewşeke hem derfetên dîrokî û hem jî xeteriyan li xwe digire.”
Di beşeke din ya bangê de hate diyarkirin ku ev piştgiriya heta niha ji bo doza Kurd hatiye kirin, cihê kêfxweşiyê ye.
Desteya Demkî ya Projeyê di dawiyê de ev bang kir:
“Ji bo nîqaşkirina li ser çawa pilan û bernameya kar, werin em bi hev re amadekariyên lidarxistina konferansekê bikin
Ji bo serxistin û diyarkirina mekanîzmeke pêşxistina projeya li ser bingehê aştiya navxwe û derve.”



