Amerîka Baregeha Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya Nînowa kire hedef.
Heman demê navenda Vîktorya ya li Bexdayê jî hate bombekirin.
Duh careke din Baregeha Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya li navçeya Qelat ya ser bi Deşta Nînowa ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hate hedefkirin.
Nûçegihanê Rojnewsê ragihand ku Amerîka Lîwaya 30 ya Hêzên Heşdî Şeebî ya li Nînowa bombe kir.
Di êrişê de ti ziyanên canî tinebû.
Berî niha jî heman lîwa hatibû hedefkirin.
Bi dronan êrişî navenda Vîktorya ya li Balafirxaneya Bexda hat kirin
Li aliyê din di saetên şeve de careke din bi dronan êrişî navenda Vîktorya ya li Balafirxaneya Bexda hatiye kirin,
Ku navendeke taybet ya hêzên hevpeymaniyê ye



