Li ser rêya Hewlêr-Musilê bi balafirek bê mirov êrişî bîrek ya neftê hate kirin.
Di encamê de şewatek berfirek derket.
Danê sibehê bi droneyek êrişî bîra neftê ya Castrol a Brîtanî hate kirin.
Di encamê de şewatek mezin derket ku rêjeyek zêde ya neft û pêdiviyên lojîstîkî hene.
Tîmên Parastina Sivîl hewl didin agirê ku ji ber ketina droneyê derketiye, kontrol bikin.
Ew madeyên ku di nav depoyê de hene zû dişewitin, ji ber wê jî ziyanên maddî zêde ne.
Lê di nav tîma kompanyayê ku di dema bûyerê de li wir bûn, tu birîndarên canî çênebûne.



