Di meha Adarê de li herêmên Efrîn û Helebê binpêkirin berdeam bûn.
Tenê di nava mehekê de li Heleb û Efrînê 13 sivîl hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê binpêkirin û sûcên ku hatine kirin aşkera kirin.
Rêxistinê diyar kir ku di meha Adarê de li Efrîn û Helebê 13 sivîl hatine kuştin.
Her wiha zêdetirî 70 bûyerên revandin û girtina kesan pêk hatine.
Piraniya wan bi pîrozbahiyên Newrozê ve girêdayî ne.
Her wiha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî 4 ciwan hatin girtin.
Rêxistinê her wiha bal kişand ser dizî û talana çekdarî ya berdewam a li Efrînê ji hêla çekdarên nenas ve.
Rêxistinê diyar kir ku dema ku şênî bi pîrozkirina Newrozê mijûl dibûn, diz ketin malên wan û kel û pelên wan dizîn.
Her wiha li bajarê Cindirêsê 18 serî pez, zêr û pere hatine dizîn.
Li navçeya Şiyê jî çekdaran êrişî ajokarekî, mêrekî û hevjîna wî kir.



