Balafirên şer yên Amerîka-Îsraîlê bi dijwarî Lîwaya 53 ya Heşdî Şeebî ya navçeya Til-Ehfer ya sînorê Nînowayê bombebaran kir
Di encamê de fermandarek hat kuştin.
Amerîka û Îsraîlê bi balafirên şer du caran êriş bire ser navend û baregehên Heşdî Şebî ya li navçeya Til-Ehfer ya dikeve Rojhilatê Parêzgeha Nînowayê.
Yek jê feramndar 3 çekdarên Heşdî Şeebî hatin kuştin
Desteya Heşdî Şeebî ragihand ku di êrişê de, 3 çekdarên Heşdî Şeebî hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku yek ji çekdarên mirîn, fermandarê fewca Mexawîr ya lîwayê Yasîn Mihemed Sadiq bi nasnav Ebû Teha Turkmenî bû.
Li gorî heman agahiyan, şeva borî jî baregeha lîwaya 4 ya ser bi lîwaya 14 ya li Nînowayê hate bombebarankirin, lê ti ziyanên canî çênebûn.



