Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF, destnîşan kir ku li Hesekê bikaranîna dibistananan weke navendên nîştecihbûnê,
Siberoja perwerdeyê ya zarokan dixe bin xeteriyê
UNICEFˊê, diyar kir ku zarokên li parêzgeha Hesekê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşên zehmet de dijîn.
Pêdiviya wan bi hewcedariyên mirovî yên mezin hene.
Her wekî anî ziman ku zivistana îsal pir dijwar bû, li herêmê berf û lehî çêbûn.
Vê yekê jî zehmetiyên malbatên koçber zêdetir kirin.
“Bikaranîna dibistanan weke navend bandorê li perwerdehiya zarokan dike”
Rêxistina UNICEFˊê anî ziman ku bikaranîna dibistanan weke navendên demkî yên bicihkirina koçberan,
Bandoreke rasterast li perwerdehiya zarokan dike, siberoja wan tehdît dike.



