Li bajarê Humsê cenazeyê welatî Husam Ehmed Bedor (41) hat dîtin.
Cenaze li kolanekê li taxa Wadî El Sayih a Humsê hatibû avêtin.
Hat diyarkirin ku ew bi guleyekê di serê xwe de hatiye kuştin.
Husam Ehmed Bedor, ji 28’ê Adara 2026ˊan ve winda ye û duh cenazeyê wî hat dîtin.
Ev bûyer li gel berdewama tevliheviya ewlehî li perava Sûriyê pêk tê.
Tu tedbîrên pêşîgirtina mîna van bûyeran tune ne.



